BI DÎMEN

Li Parîsê meşa ‘Ji Rêber Apo re azadî’

Li banliyoya Vîllîers Le Bel a Parîsê di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” meş hat lidarxistin.

JI RÊBER APO RE AZADÎ

Li banliyoya Vîllîers Le Bel a paytexta Fransa Parîsê di çarçoveya pêngava “Ji Rêber Apo re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” meş hat lidarxistin.

Di meşa bi pêşengiya ciwanan hat lidarxistin de gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bi can bi xwîn em bi tere ne ey Serok” hatin berzkirin.

Piştî meşê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin û daxuyanî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku zêdeyî 25 sal in li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîd tê pêkanîn û 39 meh in bi tu awayî agahî jê nayê girtin. Hate destnîşankirin ku armanca tecrîdê israra hêzên modernîteya kapîtalîst  a di neçareseriya Rojhilata Navîn de ye.