Li Parîsê meşa girseyî: Em kujeran nas dikin

Kurdistanî û dostên wan di salvegera qetilkirina sê jinên şoreşger ên Kurd de ku li Parîsê hatibûn qetilkirin, hatin cem hev û bi dirûşmeyan ji Gare du Nord heta bi Qada Repuqlîque meşiyan.

Li paytexta Fransayê Parîsê qetilkirina sêj inên Kurd ên şoreşger bi meşeke mezin hate şermezarkirin.

Berê sibehê ji gelek welatên Ewropayê bi hezaran kes bi wesayitan hatin Parîsê. Gel ê ku li Gare du Nord hatî cem hev, nîvro dest tevgerê kir. Organîzatoran gotin tevlêbûn ji par zêdetir e. Li gorî texmînan 15 hezar kes hatin cem hev.

Di meşê de wêneyên Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez hatin hildan.

Di meşê de wêneyekî mezin ê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate hildan, her wiha grevên birçîbûnê hatin destnîşankirin û hate xwestin ku demildest bi Ocalan re hevdîtin were kirin.

Di komkujiyê de malbatên sê jinên şoreşger ên Kurd ên ku hatibûn qetilkirin, hevalên wan, hevrêyên wan, rêveberên saziyên Kurd hazir b3un.

Di meşê de Meşa Jinan a Cîhanê, Partiya Komunîst a Fransayê û gelek partiyên siyasî, rêxistinên jinan hazir bûn. Di meşê de her wiha organîzasyonên çepgir ên Tirkiyeyî, ji gelên cuda yên Fransayê jî mirov hazir bûn û bi gotina; ''Em kujeran nas dikin'' hate xwestin ku Fransa berpirsê komkujiyan darizîne.

Di axaftinan de, ku bi megafonê hatî kirin, gelek caran hate gotin: ''Em kujeran nas dikin, em nabêjin wan derxînin holê, her tişt zelal e, divê hûn wan darizînin.''

Ji bo vê jî meş vê salê bi dirûşmeya, ''li dijî necarkirinê dadmendî'' hate kirin.

 ‘ERDOGAN FERMAN DAYE’

Lîdera Partiya Konunîst a Fransî Pîerre Laûnet a tevlî çalakiyê bûye ji ANF’ê re axivî û got: “Em dizanin ku fermana vê qetlîamê Erdogan daye. Em dixwazin ev têkoşîn heta dawî biçe.”

Rêvebera Komeleya Frenc-Kurdistan Sylvîe Jan jî got: “Em rastiyên bingehîn dizanin. Niha divê edaleta Fransî daxwazên me, kesên ku ferman dane diyar bike, bide dadgehê û mehkûm bike.”

‘HATA KUJER DERBIKEVIN HOLÊ…’

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal jî got: “Gelê me edaletê dixwaz e, heta ku kujerên rast derbikevin holê wê lêgerîna me bidome.” Ji Rêveberê KNK’ê jî Remzî Kartal got: “Her tişt zelal e li ber çav e. Bi temamî sûîkasteke ku li Enqerê ji aliyê hikûmetê ve hatiye dayîn.”

Meş gihişte qada mîtîngê Qada Repûblîqûe yê. Li bendê ye li vir gelek siyasetmedar û nûnerên civaka sivîl baxivin.