Li Parîsê 9’ê Çileya 2013’yan, yek ji damezrînera PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara) nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylemez (Ronahî) di êrîşa ku dewleta Tirk plan kiribû de hatibûn qetilkirin.
Nêzîkî 10 sal şûnda, dîsa li Parîsê di 23’yê Kanûna 2022’yan de sê çalakvanên din yên Kurd di êrîşeke terorîstî ya duyemîn de, şehîd bûn. Di nava kesên şehîd ketine de Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Evîn Goyî jî heye. Evîn Goyî li Rojava li dijî çeteyên DAÎŞ'ê şer kiribû. Di vê komkujiya duyemîn de ku li ber Navenda Çanda Kurd a Ahmed Kaya pêk hat, welatparêz Abdûrrahman Kizil û hunermend Mîr Perwer jî şehîd bûn.
Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F), bi daxuyaniyeke nivîskî destnîşan kir ku plangerên komkujiyê ti carî nehatine lêpirsînkirin û nerazîbûn nîşan da. CDK-F got, “Meqamên Fransayê ji ber ‘sira dewletê’ nehiştin di dema lêpirsîna dozê de agahiyên di destê servîsên îstîxbaratê bên eşkerekirin. Ev yek pêşî li pêşveçûna dozê girt.”
Di komkujiya duyemîn de jî, her çend kujer Wîllîam Malet di îfadeyên xwe de hedefên terorîstî yên li pişt êrîşa xwe ya ku bi zanabûn komeleya me ku tê de nûnerên gelê Kurd kir hedef eşkere kir jî, hîna wesfa terorê ya vê êrîşê nehatiye tesbîtkirin. Tevî ku partiyên sivîl dubare daxwazên xwe yên lêpirsînê raber kirin jî, heta niha gaveke nehatiye avêtin.
Fransa bi rakirina Sirra Dewletê re rê li ber înkarkirina edaletê vedike. Divê Fransa Sira Dewletê rake û ji bo komkujiya di 9'ê Çileyê de pêk hat ronî bibe her tiştî bike. Divê pergala dadê ya Fransayê wesfa terorîst a êrîşa di 23'yê Kanûna 2022'yan de nas bike da ku kesên ferman dane bên darizandin û mehkûmkirin."
CDK-F’ê ji bo meşa ‘Heqîqet û Edaletê’ ku wê di 11’ê Çile roja Şemiyê di saet 10:00’an de li Gare du Nordê pêk were, banga tevlîbûnê kir.