Li Parîsê ji bo çalakgerên greva birçîbûnê çalakî hate lidarxistin
Bi armanca piştgirîdayîna çalakiyên grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye çalakî hate lidarxistin.
Bi armanca piştgirîdayîna çalakiyên grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li Parîsê ya ku paytexta Fransayê ye çalakî hate lidarxistin.
Kurdistaniyên li Parîsê ji bo protestokirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgirîdayîna çalakiyên greva birçîbûnê çalakiyek lidarxistin.
Çalakî bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-E) li Qada Chatletê hate lidarxistin.
Di çalakiyê de aktivstên TJK-E û Kurdistaniyan wêneyên berxwedêrên greva birçîbûnê hildan û bê navber dirûşmeyên ‘Ji Ocalan re azadî’ û ‘Em hemû Leyla û Nasir in’ berz kirin.
Di çalakiyê de bal hate kişandin li ser rewşa tenduristiya çalakgerên greva birçîbûnê û bang li CPT û Konseya Ewropayê hate kirin, beriya ku şehadet çêbibin bila bi erka xwe rabin.
Di çalakiyê de bi sedan belavokên têkildarî grevên birçîbûnê û tecrîda li ser Ocalan hatin belavkirin û bang li gelê Kurd û dostên wan hate kirin ku berxwedanê geştir bikin.
Çalakî bi dirûşmeya ‘Bê Serok jiyan nabe’ bi dawîbû.