Li Parîsê ji 40 dibistanan re nameya gefa 'serjêkirinê'

Li herêma Parîs a Fransayê li 40 dibistanan gefa ‘serjêkirinê’ hate xwarin û hikûmeta Fransayê polîsên xwe ji bo vê bûyerê seferber kir.

Li gorî rojnameya Le Fîgaroyê nameyeke ku tê de gefa teqandina 40 dibistanên li herêma Île de Franceyê (herêma Parîsê)  heye, hatiye bidestxistin.

Wezîrê Perwerdeyê û Serokê Herêmê roja Pêncşemê ragihandin ku derbarê bûyerê de agahî dane polîsan û serî li dadgehê dane.

Di nameya gefxwarinê de kesê îdîa dike ku ji bo çeteyên DAÎŞ'ê kar dike, dibêje ku ew ê dibistanan di navbera saet 11 û 15.00’yan de biteqîne.

Wezîrê Perwerdeyê got: ‘’Ji duh şev heya vê sibehê gelek lêpirsîn hatine destpêkirin û ji bo tespîtkirina failan jî serwîsên lêpirsînê yên taybet hatine seferberkirin.’’