Li Parîsê çalakiya Roja Windayan hat lidarxistin
Li Parîsê bi beşdariya gelek kesan çalakiya Roja Windayan a Cîhanê hat lidarxistin. Di çalakiyê de hovîtiya dewleta Tirk hat şermezarkirin.
Li Parîsê bi beşdariya gelek kesan çalakiya Roja Windayan a Cîhanê hat lidarxistin. Di çalakiyê de hovîtiya dewleta Tirk hat şermezarkirin.
Ji bo Roja Windayan a Cîhanê li meydana Bastîlle ya paytexta Fransa Parîsê çalakî hat lidarxistin. Ji gelek deverên cîhanê gel beşdarî çalakiyê bûn.
Tevgera Jinên Kurd a Fransa (TJK-F) û Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa (CDK-F) jî tevlî çalakiya Roja Windayan a Cîhanê bûn. Li ser navê TJK-F û CDK-F Bêrîvan Firat daxuyanî da û got: "Zêdetirî 30 sal in dewleta Tirk bi kuştinên kiryar nediyar û windakirinê Kurdan qetil dike. Zêdetîr 18 hezar mirovên me hatine windakirin. Mirovên me ji aliyê dewleta Tirk ve hatin windakirin, bi awayekî hovane hatin qetilkirin, cenazeyên wan avêtin bîrên asîdê û hestiyên wan jî tine kirin. Van cînayetan bi destê Hîzbullahê kirin. Niha partiya siyasî ya Hîzbullahê Huda Par bi AKP’ê re tifaq çêkir û 4 parlamenter xistin meclîsê. Ji hêla Erdogan û dewletê ve hatin xelatkirin. Ev kontrayên ku mirovên me bi awayekî hovane qetil kirin li şûna bên cezakirin, tên xelatkirin. Yên ku wijdanê wan hebin ti civak, ti gel vê yekê qebûl nakin û divê qebûl nakin.
Dayikên Şemiyê yên li Tirkiyeyê 1013 hefte ne li Qada Galatasaraya Stenbolê aqûbeta zarok û xizmên xwe dipirsin. Ji ber ku Dayikên Şemiyê heqîqetê diqîrin dewleta Tirk dixwaze wan bi zext, binçavkirin û qedexeyan bitirsîne. Lê Dayikên Şemiyê heta yek winda nemîne wê têkoşîna xwe bidomînin. Ji vir em dewleta Tirk û hêzên wê yên paramîlîter ên ku bi awayekî hovane mirovan qetil kirin şermezar dikin. Em Dayikên Şemiyê û têkoşîna wan silav dikin."
Li ser navê Komeleya Femedê dayika bi navê Nassera axivî. Nassera diyar kir ku kurekî wê ji aliyê dewleta Cezayîrê ve hatiye windakirin û anî ziman ku zêdetirî 20 sal in ji bo aqûbeta kurê xwe û mirovên li çar aliyê cîhanê hatine windakirin têdikoşe. Nassera da zanîn ku herî dawî çûye Tirkiyeyê li wir mirov hatine windakirin û şahdiya ku cenazeyên ciwanên Kurd ên di têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane bi kargoyê dane malbata wan. Nassera xwest polîtîkayên hovane yên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd dimeşîne li hemû cîhanê bê zanîn û banga xwedîderketina li têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd kir.