Li Parîsê bi hezaran kes edalet xwestin

Li hemberî Qetlîama Parîsê xwepêşandaneke mezin hate lidarxistin û li hemberî bêdengiyê nerazîbûn hate nîşandan.

Li Parîsê li pêşiya Gare Nordê di destê sibehê de 15 hezar kes kom bûn û bi kortejeke dirêj heta Qada Rebûqlîqûeyê meş hate kirin.

Çalakiyên grevên birçîbûnê yên ku Leyla Guven pêşengiya wê dikin, mora xwe li meşa îsal xist. Gelek rêxistinên jinan û partiyên çepgir tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de ev tişt hatin diyarkirin: “Em kujeran nas dikin, yên ku ferman dane divê werin darizandin. Divê dadgehên Fransayê peywira xwe bi cih bînin. Divê Ocalan were azadkirin. Divê piştgiriya bi grevên birçîbûnê re were mezinkirin. Divê dagirkeriya Tirkiyeyê were bidawîkirin. Divê PKK ji lîsteya rêxistinên terorîst were derxistin.”

Li ser navê TKJ-E’yê axaftin hate kirin. Di axaftinan de ev tişt hatin diyarkirin: “Yên ku heval Sara qetil kirin, heval Sara bi cîhanê re dan naskirin.”

MALBAT: BERXWEDAN PEYWIRA ME YE

Li ser navê kesên ku hatibûn qetilkirin, bavê Fîdan Dogan û bavê Leyla Şaylemez axivîn.  Hasan Dogan ê ku bavê Fîdan Dogan e got ku “Gelê Kurd ji xeynî berxwedanê tu rêyeke wan tune.”

Cûmalî Şaylemez jî got ku, “Ev şeş sal in em hesap dipirsin. Ev peywira me gişan e.”

Koordînatorê Partiya Çep Danîelle Sîmonnet jî got ku, “Qetlîama li Parîsê, femînîsîd (qirkirina jinan) e. Fransayê peywira xwe bi cih neanî lê em sûcdar û kesên ku ferman dane, wan baş nas dikin.”

Sîmonnet diyar kir ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê ew ê roja Çarşemê biçin Strasboûrgê û di 25’ê Çileyê de jî ji bo ku tevlî rûniştina Leyla Guven bibin ew ê biçin Tirkiyeyê.

Sîmonnet bal kişand ser vî tiştî ku divê PKK ji lîsteya rêxistinên terorîst derkeve û got ku, “Ocalan, Mandelayê Kurdan e. Divê Ocalan ji bo aştiyê serbest were berdan.”

ÇALAKGERÊN GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ: EM Ê DIXWAZIN DENGÊ RÊBERÊ XWE BIBIHÎZIN

Li ser navê çalakgerên greva birçîbûnê yên li Strasboûrgê Mûstafa Sarikaya diyar kir ku Ocalan deng û hebûn û azadiya Kurdan e û got ku, “Em dixwazin dengê Rêberê xwe bibihîzin. Heta ku em dengê Rêberê xwe nebihîzin, em ê dev ji Strasboûrgê bernedin.”

Li ser navê Şaredariya Bajarê Mezin Alîkara Şaredar Helene Bîdard jî diyar kir ku ew ê vê bêdengiyê qebûl nekin.

KCK: EW Ê HESABÊ WÊ WERE PIRSÎN

Endama Konseya Serokatiya KCK’ê Elîf Ronahî jî peyameke bi dîmen şand. Ronahî got ku, “Yek ji peywira me ya sereke ev e ku, em kujerên vê komployê bidarizînin.” Ronahî bal kişand ser grevên birçîbûnê yên ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û got ku,”Azadkirina Rêbertiya me, azadkirina Kurdistanê ye.”

Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal jî nerazîbûn nîşanî bêdengiya li hemberî qetlîama Parîsê da û got ku, “Heta ku heqîqet derkeve holê em ê vê têkoşînê bidomînin. Ji ber vê jî divê em seferber bibin.”