Li Parîs û Lozanê êrîşa li ser ESP’ê hate protestokirin

Li bajarê Lozan ê Swîsre û paytexta Fransa Parîsê êrîşa li ser ESP’ê hate protestokirin.

Operasyonên qirkirina siyasî ya li ser Partiya Sosyalît ên Hejaran a desthilata faşîst a AKP-MHP’ê li bajarê Lozan a Swîsreyê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Çalakî li ser banga Federasyona Karkerên Koçber ên Swîsre (ÎGÎF) li pêşiya Dêra St. Laûrentê bi dirûşma ‘Ev zext valan in, hêvî li ser lingan e’, ‘Zext nikarin bi me’ û ‘Li dijî faşîzmê mil bi mil’ destpê kir. Li vir Hevserokê ÎGÎF’ê Alî Orak ji ANF’ê re axivî û got: “Faşîzma Tirk a di êrîşan de sînoran nas nake, li gel domandina êrîşên qirker ên li ser Kurdan, îro jî bi zext, destgîrkirin û girtinê berê xwe daye sosyalîst û şoreşgeran. Em baş dizanin sosyalîst û şoreşgerên ku duh serî netewandin wê îro jî serî natewînin û têkoşînê wê bidomînin.”

PARÎS

Li paytexta Fransa Parîsê li ser banga Komeleya Çanda Karker a Koçberên Tirkiyeyî (ACTÎT) û SKB’ê li pêşiya Kemera Strasboûrg Saînt-Denîsê operasyonên qirkirina sîyasî ya li ser ESP’ê protesto kirin.

ACTÎT’ê li dijî êrîşa li ser sosyalîtan bang li hemû raya giştî ya demokratîk, şoreşger kir ku bi ESP û SKM’ê re di nava piştevaniyê de bin.

Li vir li ser navê Yekîtiya Jinên Sosyalîst axaftin hate kirin û ev hate gotin: “Hedefkirina jinên sosyalîst, armanc pêşîgirtina têkoşîna jinê ye. Hemû şoreşgerên sosyalîst ên ji bo jiyanek azad û wekhev têkoşîn dikin û berdêl dayîn, tevî hemû êrîşan jî wê têkoşîna xwe bi hestê azadiyê bidomîne û mezin bike.

Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.