Destgîrkirina ESP’yiyan li Dûîsbûrgê hate protestokirin

Operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî ESP’yiyan li Dûîsbûrgê hate protestokirin.

Operasyonên dewleta Tirk ên qirkirina siyasî yên li dijî ESP li bajarê Dûîsbûrg a Elmanyayê bi çalakiyekê hate protestokirin.

Di çalakiya bi banga AGÎF’ê hatî organîzekirin de pankarta bi nivîsa, “Destgîrkirin, tundî û girtin têkoşîna me asteng nake” vekirin.

Di çalakiyê de dirûşmeya, “Tundî nikare me bêdeng bike” berz kirin û ev hate gotin: “Li dijî van polîtîkayên perçiqandinê yên vê desthilatê, pêwîste ku em dengê xwe hîn bilindtir bikin! Em, li dijî van zordariyan tenê dikarîn têkoşînê biser bixin û teqez em ê biser kevin.”

Di çalakiya AGÎF, ATÎK Û DKTM tevlîbûyî de, Hevserokê AGÎF’ê Onur Guler, li ser navê NCKD’ê Amara Tolhildan û Hevserokê ATÎF’ê Suleyman Gurcan axivîn.

Çalaki bi banga ji bo tevlîbûna çalakiya 12’ê Îlonê li Dusseldorfê ya bi dirûşmeya “Azadî ji bo Ocalan, statu ji bo Kurdistanê” bê lidarxistin, bidawî bû.