Li Parîs afîşên azadiya Ocalan dixwazin hatin daliqandin
Li paytexta Fransa Parîsê, ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan protesto bikin û daxwaza azadiya wî çalakiyên pankart û afîşan hate lidarxistin.
Li paytexta Fransa Parîsê, ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan protesto bikin û daxwaza azadiya wî çalakiyên pankart û afîşan hate lidarxistin.
Li Vîlleneûve û Vîllîers-le-bel ên Parîsê, bi pêşengiya meclîsên Kurd afîşkirin û çalakiyên pankartan didomin.
Heman demê bi pêşengiya Meclîsa Jinan a Evry ji bo Roja 25’ê Mijdarê Têkoşîna Navnetewî ya li dijî Tundiya li ser Jinê, li ser pir û rêyên wesayîtan pankart hatin daliqandin.
Meclîsa Jinan a Evry diyar kir ku hetanî ku hişmendiya desthilata zilam li cîhanê tine dibe û hevjiyana azad çêdibe, wê li qadan dengê xwe vedin û çalakiyên xwe bidomin.
Jinên Kurd wê di çalakiya li dijî tundiya li ser jinê ya roja 25’ê Mijdarê li qada Rêpûblîqûe ya Parîsê bê kirin de cih bigrin.