Li Osloyê Newroz hat pîrozkirin
Li Osloyê Newroza yekîtî û azadiyê bi coş hat pîrozkirin.
Li Osloyê Newroza yekîtî û azadiyê bi coş hat pîrozkirin.
Bi sedan Kurdistanî û dostên wan li paytexta Norwecê Osloyê di şahiya Newrozê ya ji aliyê NCDK-OSLO û komeleyên din ên Kurdistanî ve hate organîzekirin de hatin cem hev. Di pîrozbahiya ku peyamên yekîtî û azadiyê hat dayîn de, li qada karkeran a li Youngstorgetê pêk hat.
Di pîrozbahiyê de ji bo bîranîna şehîdên Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî axaftina Komîteya Amadekar agirê Newrozê li ber sirûda ‘Ey Raqîb’ hate pêxistin.