Li Osloyê ji bo Şengalê çalakî hate kirin

Li ber Sefaretxaneya Iraqê ya li Norveçê bi armanca şermezarkirina peymana Bexda-Hewlêr û xwedîderketina Şengalê çalakiyek hat organîzekirin.

Li ber Sefaretxaneya Iraqê ya li Norveçê bi armanca şermezarkirina peymana Bexda-Hewlêr û xwedîderketina Şengalê çalakiyek hat organîzekirin.

Kurdistanî û Norveçî tevlî çalakiya ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Solîdarîtet med Kurdistanê ve hatî organîzekirin bûn.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir. Piştre belavokên bi zimanên Norveçî, Îngilîzî, Erebî û Kurdî hatin xwendin.

Aktîvîsta jin Lîda Weert û li ser navê Komîteya Başûr a KCDK-E Omer Emîn her yek axavtinek pêşkêşkirin. Di axaftinan de hate bibîrxistin ku peymana di navbera Bexda û Hewlerê ku tunekirina Hêzên Parastina Şengalê (YBŞ-YJŞ) plan dike û hat gotin: “Em ji bo xwedîderketina Şengalê li vê derêne. Em ê tu carî Şengalê bi tenê nehêlin.”

Di axavtinan de her wiha hate diyarkirin ku mafê xwe parastina gelekê ku bi qetlîamê re rû bi rû maye heye. Her wiha hikumeta Iraqê ji bo biryarekê li ser Şengalê bigre, pêwîste serî li nêrînên Şengaliyan bide.

Her wiha di axaftinan de hate gotin ku peymana heyî vê carekdin Şengalê bi qetlîamê re rû bi rû bihêle.

Çalakî bi dirûşmeyên “Şengal ne bi tenê ye”, “Bijî berxwedana Şengalê” û “Piştewanî ji Kurdistanê re” bi dawî bû.