BI DÎMEN

Li Osloyê çalakiya ji bo piştgiriya bi Rojava

Li paytexta Norwêc Osloyê, ji bo piştgiriya bi Rojava re çalakiyek hate lidarxistin û êrişên dewleta Tirk hatin şermezarkirin.

LI OSLOYÊ ÇALAKÎ

Çalakî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Oslonê (NCDK-Oslo) û Solidaritet med Kurdistan ve hate lidarxistin. Gelek Kurdistanî û enternasyonalîst beşdarî çalakiya li ber Stasyona Oslo Sentralê bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyan, Hevseroka NCDK-Oslo Andam Aso axivî û bal kişand ser sûcên li dijî mirovahiyê yên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Rojava dikin. Aso bang li Norwêcê û welatên din ên Ewropayê kir ku li hemberî van êrişan bêdeng nemînin û piştgiriyê bidin Rojava.

'ROJAVA MODEKEKE BÊMÎNAK E JI BO SÛRIYEYÊ'

Parlamenterê Partiya Hawirdorê Kesk (MDG) Rasmus Hansson jî anî ziman ku Rojava di nava şert û mercên şer de li Sûriyeyê modeleke bêmînak e û got, "Di nava deh salên şer û hilweşînê de Rojava weke modeleke rêveberiyê ya demokratîk û azadîparêz ava bû. Lê belê welatên cîran Rûsya, Îran û niha jî Îsraîl hewl didin li Sûriyeyê kaosê biafirînin. Divê êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê ku hevalbendê Norwêcê yê NATO'yê ye, tavilê bêne rawestandin. Divê pêşî li planên emperyalîst ên Erdogan bê girtin."

Hansson bang li hikumeta Norwêcê kir ku gelê Rojava ji êrîşan biparêze û di vê mijarê de bi berpirsyarî rabe.

Beşdaran alên YPG û YPJ'ê hildan û dirûşmên "Bijî berxwdana Rojava", "Dewleta Tirk a dagirker ji Rojava bicehime" û "Bijî Kurdistan" qîriyan. Mîtînga şermezarkirinê piştî axaftinan bi dawî bû.