Salîha Zorlû: Bi rêya mûçeyê kêmtirîn koletî tê ferzkirin
Endama Meclîsa Navenda Giştî ya KESK'ê Salîha Zorlû bi bîr xist ku mûçeyê kêmtirîn ê hatiye diyarkirin di bin sînorê birçîbûnê de ye û got, bi vî mûçeyê kêm re sîstema koletiyê tê ferzkirin.
Endama Meclîsa Navenda Giştî ya KESK'ê Salîha Zorlû bi bîr xist ku mûçeyê kêmtirîn ê hatiye diyarkirin di bin sînorê birçîbûnê de ye û got, bi vî mûçeyê kêm re sîstema koletiyê tê ferzkirin.
Ji KESK'ê Salîha Zorlû anî ziman ku mûçeyê kêmtirîn ê hatiye ragihandin bi şêweyê diyarkirinê û rêjeya xwe rewa û hiqûqî nîne.
Endama Meclîsa Navenda Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Salîha Zorlû ji ANF'ê re axivî û bi bîr xist ku di Peymana Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) de mûçeyê kêmtirîn weke wî mûçeyê tê pênasekirin ku karibe bersivê bide şert û mercên jiyanê yên têrker. Salîha Zorlû got, "Li Tirkiyeyê mûçeyê kêmtirîn ku 22 hezar û 104 TL hatiye destnîşankirin, mixabin têra şert û mercên têrker ên jiyanê nake. Karker, kedkar û bêkar di navbera şert û mercên jiyanê yên di asta koletiyê de û bêkariyê de hatine asêkirin. Karkerên ku li Tirkiyeyê bi mûçeyekî gelekî kêmî mûçeyê kêmtirîn têne xebitandin, ji ber tirsa bêkarmayinê neçar têne hiştin ku vî karî dewam bikin."
MÛÇEYÊ HATIYE DIYARKIRIN REWA Û HIQÛQÎ NÎNE
Salîha Zorlû destnîşan kir ku mûçeyê kêmtirîn ê îsal hatiye diyarkirin hem bi şêweyê xwe yê diyarkirinê hem jî bi rêjeya xwe hiqûqî û rewa nîne û got, "Dema ku mûçeyê kêmtirîn tê diyarkirin hin krîter hene; nûnerên karsazan, nûnerên karkeran û nûnerên hikumetê jî di nav de divê ji aliyê heyetek herî kêm ji 15 kesan ve bê diyarkirin. Temamiya pêkhateyan li wir amade nebûn. Mijareke din a herî girîng jî rastiya enflasyonê ye ku bi destê TUÎK'ê tê manîpulekirin. Em qala mûçeyê kêmtirîn dikin ku li gorî enflasyoneke ne rast hatiye diyarkirin. Sedemeke din a ku em hiqûqî nabînin ew e ku mafê grevê yê karker û kedkaran ji bo komên sermayeyê û hikumetê tê desteserkirin. Kedkarên ku ji mafê grevê bêpar têne hiştin, bêyî parastina van mafên xwe neçar dimînin ku bikevin dema diyarkirina mûçeyên kêmtirîn. Sedemeke din ku nîqaş dide niqûqî nîne ew e ku mûçeyê kêmtirîn ê tê diyarkirin di binê sînorê birçîbûnê de dimîne. ji ber van hemû sedeman mûçeyê kêmtirîn li gorî me hiqûqî û rewa nîne."
WÊ BIBE SEDEMA BÊKARÎ Û XIZANIYÊ
Salîha Zorlû destnîşan kir ku ji ber mûçeyê kêmtirîn di binê sînorê birçîbûnê de maye wê xizanî zêde bibe û got, "12 milyon mirov bê kar in. Ev jî daxwaza mûçeyê kêmtirîn dikin ku di asta koletiyê de ye. Hikumet jî vê neçariyê ji bo xwe yan jî ji bo komên sermayeyê vediguherîne avantajê. Li Tirkiyeyê ferasetek heye ku sermayeyê dide pêş, komên sermayeyê diparêze. Em qala hikumeteke dikin ku bêyî bacê li ser hêzên sermayeyê ferz bike weke şîrketekê tevdigere. Hikumetek ku ji bo bilindkirina asta hatineyê ya welatiyan tiştekî nake. Li hemberî vê yekê pêwîstî bi têkoşîna kedkar, kar û çîna yekbûyî heye. Bi taybetî di bin navê polîtîkayên ewlekariyê de budçeyek hate amadekirin. Em dibêjin, ev budçe dijminê gelan e û zerarê dide gelan. Em budçeyeke welê dixwazin ku mafên kedkar, karker û bêkaran diparêze. Em vê yekê li her qadê tînin ziman."