Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, li ser mijarên di civîna Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) de hatin rojevê, civîna çapemeniyê li dar xist.
Ayşegul Dogan diyar kir ku di serdemeke nû û dîrokî de ketine sala nû û wiha got: "Em weke DEM Partiyê ev demeke dirêje tiştên ku di vê serdema dîrokî de bên kirin tînin ziman. Têkoşîna li dijî tecrîdê mijara sereke ye. Pêwendîdanîna bi Birêz Ocalan re û guhertina şert û mercên wî ji bo aştî û çareseriyê gelekî girîng e. Di vê mijarê de polîtîkaya DEM Partiyê ya domdar heye û em geşedanên ji 1'ê Cotmehê ve diqewimin ji nêz ve dişopînin. Em tiştên ku divên bên kirin bi bîr dixin.”
Ayşegul Dogan bal kişand ser hevdîtina dawî ya bi Abdullah Ocalan re û wiha domand: "Pirsgirêka Kurd yek ji pirsgirêkên herî bi êş û bingehîn ên Tirkiyeyê ye. Ne tenê ya Tirkiyeyê ya herêmê ye jî. Dîsa geşedanên li Sûriyeyê nîşanî me dide ku pirsgirêka Kurd jî yek ji pirsgirêkên herî bingehîn ê navneteweyî ye. Dema ku em li van geşedanan dinêrin, fikir û nêzîkatiya birêz Ocalan ji raya giştî re ragihandiye, yanî 7 xalên peyamê pir girîng di nava xwe de dihewîne. Birêz Ocalan ji bo aştî, çareseriya demokratîk, vekirina rêyên muzakereyê bi awayekî wekhev banga berpirsyariyê li her kesî dike. Ji ber ku dizane ev formul wê bi Tirkiyeyê bide qezenckirin. Em behsa hêza rêbertiyê ku bi dehan salan bênavber li ser nexşerêyê xebatiye dikin.”
7 XALÊN PEYAMÊ PIR GIRÎNG HENE
Ayşegul Dogan axaftina xwe wiha domand:
“Divê tecrîdê tenê bi salên dawî re neyê destgirtin. Em behsa polîtîkaya tecrîdê dikin ku ji sala 1999’an û vir ve li girava Îmraliyê bi awayekî sîstematîk li dijî Birêz Ocalan tê meşandin û veguheriye rejîmê. Em behsa giravekê û hêza rêbertiyê ku di van salên dawî de qet agahî jê nedihat girtin, dikin.
Em careke din bînin bîra xwe; pirsgirêka Kurd yek ji pirsgirêka herî bi êş û bingehîn a Tirkiyeyê ye. Ne tenê li Tirkiyeyê, ya herêmê jî. Dîsa geşedanên li Sûriyeyê anî bîra me ku pirsgirêka Kurd jî pirsgirêkeke navneteweyî ye. Dema em van hemû geşedanan bi hev re di ber çavan de derbas dikin; di çarçoveya giştî ya fikir û nêzîkatiya Birêz Ocalan ku 7 xalên peyamê ji raya giştî re şandiye gelekî girîng e. Niha di van 7 xalan de mirov dikare vê yekê zelaltir bibîne. Birêz Ocalan bang li raya giştî ya Tirkiyeyê dike. Bang li me hemûyan dike ku ji bo aştî, çareseriya demokratîk, diyalog û vekirina rêyên muzakereyê berpirsyariyeke wekhev bi cih bînin. Ji ber dizane ku ev formul wê bi Tirkiyeyê bide qezenckirin. Em behsa hêza rêbertiyê ku bi dehan sal in bênavber li ser vê nexşerêyê dixebitiye, dikin. Em behsa hêzeke ku girava Îmraliyê veguherandiye girava lêgerîna aştiyê dikin.
Ger ku em dema nêz bi bîr bînin; em behsa navek, hêzekî dikin ku banga wî ya yekem a agirbesta yekalî di sala 1993’an de ye, ku ji wê demê heta niha di vê mijarê de ti tawîz nedaye û girtîgeha girava Îmraliyê kiriye girava lêgerîna aştiyê, çareseriyê û danûstandinên demokratîk. Bi rastî jî di peyama xwe de vê yekê dubare dike û dibêje, ‘Ez xwedî hêz û îradeya ku tevkariya erênî bidim paradîgmaya nû ya Birêz Bahçelî û Birêz Erdogan. Şande wê nêzîkatiya min a li ser vê mijarê bi hemû derdorên siyasî û dewletê re parve bike. Û di vê çarçoveyê de ez amade me ku pêngava erênî ya pêwîst bavêjim û ji bangê re amade me.”
ME HEMÛYAN VEDIXWÎNE AŞTIYÊ
Dîmenek ku raya giştî ya Tirkiyeyê li bendê bû derket holê. Îhtîmala axaftin, aşitiyê, xurtkirin û mezinkirina hêviyên aştiyê derketiye holê. Mafê aştî û demokrasiyê mafê me hemûyan e. Çawa ku ne di bin yekdestdariya ti partiyeke siyasî de ye, ji bo avakirina wê ji nabe bi bext û destê partî, derdor û blokekê re bê hiştin. Ji ber ku aştî pêdiviya civakê ye û civak jî bi aştiyê heye. Ji ber vê yekê Ocalan me hemûyan vedixwîne aştiyê.
Li ser navê DEM Partiyê em bang li her kesî dikin ku tevkariyê li vê yekê bikin, li şûna gotinên wekî 'Tiştek ji vê dernekeve, ezbenî ger wisa nebe, wê wisa bibe' her kes jiberên xwe dûr bikevin. Bêyî şikandina van rêgezan çêkirina rêyên çareseriya demokratîk û muzakereyê pir zehmet e. Em bi pirsgirêkek pir bi êş re rû bi rû ne. Li hemberî vê pirsgirêka bi êş, her kes ji aliyê siyasî, nêrîn û ramana xwe ve; divê ji bo Tirkiyeyeke demokratîk, adil û wekhev xwe berpirsiyar bibîne. Ger pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe, Tirkiye dikare demokratîk bibe.
DIVÊ ŞERT Û MERCÊN OCALAN BÊN MISOGERKIRIN
Me berê jî li vir gotibû. Em îro dîsa dubare dikin; şandeya me piştî hevdîtina li Îmraliyê jî beriya serdana partiyên siyasî bike, navenda me agahdar kir. Me peyama Birêz Ocalan ji hevserokên xwe re ragihand, ji bo ji saziyên me yên pêwendîdar re bê şandin. Di vê çarçoveyê de em weke DEM Partiyê ev biryardarî û îradeya aştiyê ya Birêz Ocalan daniye holê silav dikin û em radigihînin ku em amade ne.
Birêz Ocalan muxatabê sereke yê geşedanên dawî ye, divê şert û mercên ku vê derfeta dîrokî mayînde bike bên misogerkirin. Divê êdî şert û mercên birêz Ocalan bên guhertin. Divê çawa bê guhertin? Divê şert û mercên ku karibe tevkariyê li vê serdemê bike û vê derfeta dîrokî mayînde bike, bên bicihanîn.
DIVÊ ÇARESERIYA TIRKIYEYÊ LI GORÎ TIRKIYEYÊ BE
Em dibêjin; Divê çareseriya Tirkiyê li gorî taybetmendiya Tirkiyeyê be. Û li vir birêz Ocalan di peyama xwe ya 7 xalan de balê dikişîne ser vê yekê. Dibêje, ‘Ev pirsgirêka ku bi destwerdana derve hewl tê dayîn bikin kangrenê êdî çareseriya wê nabê bê derengxistin.’ Dibêje ku tevkarî û pêşniyarên mûxalefetê gelekî girîng e.
PIRSGIRÊKA KURD NE TENÊ PIRSGIRÊKA DEM PARTIYÊ YE
Pirsgirêka Kurd û pirsgirêka demokratîkbûna Tirkiyeyê ne tenê pirsgirêkên DEM Partiyê ne. Ger ev pirsgirêk ji bo me hemûyan be, divê hemû alî bi heman hestiyarî nêzîkî vê pirsgirêkê bibin. Wisa xuya dike ku heta niha peyamên aliyên siyasî ji raya giştî re têrker in. Rewşeke wisa derketiye holê.
DIVÊ DEMILDEST MECLÎS ROLA XWE BILIZE
Îro îhtîmala peydabûna platformek ku Meclîs bikaribe rola xwe bilîze û bikêrhatî bibe derketiye holê. Ji ber vê yekê jî divê Meclîs demildest vê rolê bilîze. Divê Meclîs ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê, pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên demokratîk çareser bike, rêyên siyasî yên demokratîk veke, însiyatîfa xwe bi kar bîne. Em we vedixwînin însiyatîfa ku dereng mayî, bigirin.
Yek ji tiştên herî girîng ên ku wê vê serdema dîrokî bi xwe re bîne ew e ku em bi afirandina zimanekî pêbawer û miseger destpê bikin. Ji ber vê yekê dev ji bikaranîna zimanê redkirinê berdin. Divê dev ji zimanê ku guh nade, înkar dike û tenê polîtîkayên red, înkar û îmhayê bi bîr tîne, zimanê ku gef û şantajê dike, berdin. Bi zimanê gef û şantajê ne pêkan e ku çareserî pêk were. Weke DEM Partiyê em careke din vê bangê dikin.
HER KES BI BERPIRSYARIYÊN CÎDÎ RE RÛ BI RÛ NE
Her kes bi berpirsyariyeke cîdî re rû bi rû ne. Divê li hemberî vê berpirsyariyê berpirsyariya xwe nîşan bide. Divê perspektîfeke kûr were nîşandan. Bi qasî me partiyên din ên siyasî jî bi heman berpirsyariyê re rû bi rû ne.
Her wiha çalakiyên li ser sînor dewam dikin. Li Pirsûsê, Nisêbînê û hevserokên me li Hatayê ne. Çima ev çalakî berdewam dikin? Ji ber geşedanên dawî yên li Sûriyeyê li wir nobet tê girtin. Ez dixwazim bi rêya we peyamên nobetên sînor bi raya giştî ya Tirkiyeyê re parve bikim. Rojava rastiyek e. Divê ev rastî bê dîtin û naskirin. Em dibêjin li hundir û derve li her derê pêwîstiya Tirkiyeyê bi aştî, siyaseta demokratîk û çareseriya demokratîk heye. Helbet çav û guhên me li Rojava, Sûriye û geşedanên li wir diqewimin. Li wir gel û bawerî bi xetereya qirkirinê re rû bi rû ne. Em weke DEM Partiyê tenê vê yekê naşopînin, tiştên ku divê bên kirin jî bi bîr tînin. Li vir û wir banga diyalogê tê kirin. Bi erênî bersivdana vê bangê wê bandorê li xurtkirina vê rewşê bike.”