ROJEVA 7'Ê ÇILEYA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû anî ziman ku piştî hevdîtina Rêber Apo ya bi heyeta DEM Partiyê re tecrîdê dewam kiriye û got, ji bo tecrîd bi dawî bibe û pirsgirêka Kurd bê çareserkirin divê têkoşîn hîn bi xurtî bê meşandin.

Di lêpirsîna têkildarî leşkerên Tirk de ku li navçeya Qelqelî ya Wanê gule berdan Seyîthan Dûrdû, tegmenek hate giritn, yek jê fermandarê yekîneyê 2 leşker hatin berdan.

Dayikên beşdarî çalakiya nobedê ya li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê bûn gotin, "Rojava xeta me ya sor e. Heta ku êrîş biqedin em ê li ser piya bin."

Bi dehan aktîvîstên beşdarî Civîna Bilind a Piştevaniya Sahrawi bûn ku Greta Thunberg jî di nav de bû, ragihandin ku ew piştgiriyê didin Şoreşa Rojava û berxwedana li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava.

Endama Meclîsa Navenda Giştî ya KESK'ê Salîha Zorlû bi bîr xist ku mûçeyê kêmtirîn ê hatiye diyarkirin di bin sînorê birçîbûnê de ye û got, bi vî mûçeyê kêm re sîstema koletiyê tê ferzkirin.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên din ên Kurdistanê, her wiha çalakiyên ji bo şermezarkirina êrîşan wê bêne şopandin.

Çalakiyên nobedê yên li ser sînorê Qamişlo û Kobanê wê bêne şopandin.

Tê payin ku Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê îro bi CHP, Partiya DEVA û Pariya Yenîden Refahê re hevdîtinê bike.