Li Oltenê tecrîd hate protestokirin

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk  li bajrê Olten ê Swîsreyê hate protestokirin.

Li bajarê Olten ê Swîsreyê bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwanên Azad tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi meşekê hate protestokirin.

Bi dehan Kurdistanî û ciwanên li pêşiya stasyona navenda bajar hatin ba hev, bi qîrkirina dirûşmên ku êrîşên dagirker ên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li ser Bakurê Kurdistan ber bi navenda bajar dest bi meşê kirin. Piştî meşa li navenda bajar û şûnde bi Elmanî û Kurdî axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de ev hate gotin: “Heta çete û dewleta Tirk ji Kurdistanê bi cehenimin û Rêber Apo azad bibe wê ciwanên Kurd li her cihên lê ne dakevin qadan û azadiyê qîr bikin.”

Piştî axaftinan çalakî bi gerandina govendê ve dawî bû.