Li Norweçê meş û li Mannheîmê jî civîna gel hate kirin

Welatiyên Kurd û Tirk ên li kampan a li bajarokê Steînkjer a Norweçê dijîn li dijî dagirkeriya Tirk meşiyan, li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê jî bi heman armancê civîna gel hate kirin.

Meşa li pêşiya stasyona trenê ya bajarokê Steînkjer bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir pankartên ‘Qirkirina li Rojava rawestînin’ û ‘Artêşa Tirk a hov ji Kurdistanê bicehenime’ hatin hildan.

Li bajarê Mannheîm a Elmanyayê jî Kurd ji saetên sibê ve li navenda bajar kom bûne û bi civîneke gel nerazîbûn nîşanî dagirkeriya Tirk a li ser Rojava kir. Di civînê de dirûşmên li dijî êrîşa rejîma Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin qîrkirin.