Li Moskovayê bi deh hezaran kesan zext protesto kirin

Li Moskovayê ya ku paytexta Sûriyeyê ye, bi deh hezaran kes ji bo protestokirina zextan daketin qadan.

Li gorî polîsan nêzî 20 hezar kes tevlî çalakiyê bûne. Di çalakiyê de nerazîbûn nîşanî zextên li ser xwepêşanderan hate kirin.

Ji Tîrmehê û vir ve gelek çalakger hatin girtin û gelek ji wan jî heta 4 salan cezayê girtîgehê li wan hate birîn. Di 8’ê Îlonê de jî ji ber namzetên mûxalif ên hilbijartina şaredariyê hatibûn vederkirin, gel daketibûn qadan. Çalakger dixwazin mûxalifên girtî serbest werin berdan.

Di 12’ê Îlonê de li Rûsyayê gelek mûxalifên Vladîmîr Pûtîn hatibûn girtin. Hatibû diyarkirin ku polîsan li 29 bajaran girtibûn ser 80 cihan.