Li Mîlano û Stockholmê komplo hate protestokirin

Li Mîlano û Stockholmê azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate xwestin û xwedî li pêngava KCK’e hate derketin.

Nûnerên saziyan diyar kirin ku ew xwedî li pêngava KCK’ê derdikevin û ew ê pêngavê bi ser bixînin.

Di çalakiyê de hate diyarkirin ku heta tecrîda li ser Ocalan bi dawî nebe wê faşîzma Erdogan bi dawî nebe. Di çalakiyê de li ser hev sloganên ‘Azadî ji Ocalan re, azadî ji Kurdistanê re’ hate berzkirin.

STOCKHOLM

Kurdistanî û dostên wan ên li Stockholmê jî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiyek li dar xistin.

Çalakî saet di 13.30’an de li Parka Humlegardnê hate lidarxistin û heta Qada Norra Bantorgetê meşiyan.

Parlementerê Partiya Çep Delgado Varas diyar kir ku Erdogan mafên bingehîn û demokrasî binpê kiriye û ber bi dîktaroyiyê ve diçe.

Varas bal kişand ser vî tiştî ku Ocalan 21 sal in di bin tecrîdê de ye û ji bo çareseriyeke aştiyane divê tecrîda li ser Ocalan were rakirin, PKK ji nav lîsteya rêxistinên terorê were derxistin.

Hevserokê KNK’ê Ahmet Karamûs jî diyar kir ku 10’ê Cotmehê ji bo Kurdan rojeke reş e û Ocalan ji roja ku hatiye girtin di bin tecrîdeke giran de ye.