Li metroya Helsinkiyê panoyên ‘Azadî ji bo Ocalan’ vekirin
Li metroyên paytexta Fînlandiya Helsinkiyê, li panoyên reklaman ên dijîtal de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hate kirin.
Li metroyên paytexta Fînlandiya Helsinkiyê, li panoyên reklaman ên dijîtal de daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hate kirin.
Di çarçoveya kampanyaya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan azadî de, di panoyên metroyên Helsinkiyê de ‘Azadî ji bo Ocalan’ xwestin.
Li bajarê Fînlandiyayê Espoyê jî bi heman şêweyî kampanya hate birêvebirin.
LI ELMANYAYÊ ÇALAKIYA STANDÊ
Li bajarê Magdeburg a li rojhilatê Elmanyayê jî ji bo fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bidin nasîn standek hate vekirin.
Di çalaliyê de belevokên li ser fikir û projeyên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatin belavkirin.