Li Melboûrneyê salvegera avabûna PKK’ê hate pîrozkirin

Li bajarê Melboûrneya Ewûstralyayê bi çalakiyekê salvegera avabûna PKK’ê hate pîrozkirin.

Pîrozbahî bi rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên Kurdistan û şoreşa cîhanê hate destpêkirin. Hevserokê NAV-KURD’ê Huseyîn Yildiz axivî.

Piştî axaftina Yildiz sînevîzyonek di derbarê pêvajoya ji destpêka avakirina PKK’ê heta niha hate pêşandan.

Di pîrozbahiyê de helbestên helbestvanê nav û deng ê Kurd Cigerxwîn ji aliyê Rodî Mehe ve hate xwendin.

Pîrozbahî piştî axaftinên siyasetmedarê Kurd Hatîp Dîcle, bi lêdana dahol û zirnê ya ji aliyê Serdal Akbaşin û Şivan Bektaş ve û girtina dîlanê bi dawî bû.