Li Melboûrne, Helsîngborg û Heîlbornnê komplo hate protestokirin

Li bajarên Melboûrne yê Evûstralyayê komplo hate protestokirin û pirtûkxaneya Abdullah Ocalan li bajarê Helsînborg ê Swêdê û li bajarê Heîlbornnê yê Elmanyayê bû.

Komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajarên dinyayê tên protestokirin.

MELBOÛRNE

Kurdistaniyên li bajarên Melboûrneyê yê Evûstralyayê derbarê komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê çalakiyek hate lidarxistin.

Di çalakiyê de siyasetmedar Mahmût Kahraman got ku, “Têkoşîna Abdullah Ocalan a li Rojhilata Navîn ji bo komplogeran astengiyeke gelekî mezin bû.”

Di çalakiyê de sînevîzyon jî hate nîşandan.

‘PIRTÛKXANEYA RÊBERTÎ’ LI HELSÎNGBORGÊ BÛ

Pirtûkxaneya Rêbertî ya ji pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk dihat îro li bajarê Helsîngborg ê Swêdê bû. Nûnerên Partiya Çep û gelê Kurd bi coşeke mezin çûn pêşiya pirtûkxaneyê.

Di heman demê de li Helsîngborgê greva birçîbûnê ya ji bo piştgiriya girtiyên ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketibûn greva birçîbûnê jî di roja 22’emîn de didome.

PIRTÛKXANEYA GEROK LI HEÎLBRONNÊ BÛ

Pirtûkxaneya Rêbertî ya ku ji pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk dihat li bajarê Heîlbronnê yê Elmanyayê bû.  Gelê Kurd û dostên wan bi coşeke mezin çûn pêşiya pirtûkxaneya gerok. Pirtûkxaneya gerok li Qada Harmonîeyê sekinî. Li vê derê stand hate vekirin, pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û broşur hatin pêşandan.

Di deman demê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî îmze hatin komkirin wê ev îmze ji Neteweyên Yekbûyî re were şandin.