Li Melboûrne 4’ê Nîsanê hat pîrozkirin

Li Melboûrneyê 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat pîrozkirin.

Li bajarê Melboûrne yê Awûstralyayê 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi şahiyekê hat pîrozkirin.

Di şahiyê de Cennet Kahraman axivî. Kahraman bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal in li Îmraliyê di bin tecrîdek giran de ye û got: “Me Kurdan bi Rêber Apo re ji nû ve vejîna xwe dît. Jinan û gelê me di bin pêşengiya felsefeya jiyana azad a Rêber Apo de weke gelên rêxistinbûyî, siyasî û berxwedêr bûne mînak. Serketinên di Newroza îsal û hilbijartinên xwecihî de, berhema felsefeya Rêber Apo ye."

Şahî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.