Li Melborûneyê Leyla Guven hate silavkirin

Kurdistaniyên li Melboûrneyê dijîn Leyla Guven a ev 66 roj in di grevê de ye silav kirin.

Berxwedana greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven di roja 66’an de ye, li bajarê Melboûrne yê Evûstûrlyayê hate silavkirin.

Kurdistaniyên li pêşiya Federatînon Sqûare ya li navenda bajar kom bûn, bi pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Vîctorîa tecrîd protesto kir. Girseya gel Guven a ji bo bidawîkirina tecrîda gira a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ketiye grevê silav kir, anî ziman ku daxwazên Guven daxwazên wan in.