Li Marsîlyayê li ser behrê dagirkeriya Tirk hate protestokirin
Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Marsîlya ya Fransayê di dema tûreke ya keştiyê de bi vekirina pankarta bi nivîsa ‘Rê nedin dagirkirina Rojava’ dagirkeriya Tirk şermezar kir.
Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Marsîlya ya Fransayê di dema tûreke ya keştiyê de bi vekirina pankarta bi nivîsa ‘Rê nedin dagirkirina Rojava’ dagirkeriya Tirk şermezar kir.
TCŞ a di çarçoveya kampanyaya ‘Nehêle’ demeke kin berî niha dabû destpêkirin, ji bo piştevaniya berxwedana Rojava çalakiyek kirin.
Ciwanên ku ketin keştiya saet derdorî 13:00’an li nava bajar tûr digere, pankartên ‘Rê nedin dagirkeriya Tirk’ û ‘Nebin hevkarên kujer û qatilan’ vekirin.
Çalakvanan li gel vekirina pankartan dirûşmên heta Vîeûx Portê çalakiya xwe domandin.