Li Marsîlyayê Kurdan roja yekem a çalakiya nobedê li pey xwe hişt

Li bajarê Marsîlya ya Fransayê çalakiya nobedê ya bi tevlîbûna dehan kesî ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatibû destpêkirin, rojek li pey xwe hişt.

Di danê sibehê de çalakî saet 11:00’an li Qada Vieux-Port bi deqeyek rêzgirtinê destpê kiribû.

Çalakiya ku welatiyên ji Montepillere, Dragounyan, Toulouse û Marignane hatin tevlî bûbûn, pankartên “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû” hate hildan.

Di tevahî çalakiyê de li konê çalakiyê ji aliyê Meclîsa Jinan ya Arîn Mîrkan ve di çarçoveya kampanya TJK-E ya ‘100 sedem ji bo darezandina dîktator, 100 hezar îmze’ hatibû destpêkirin, îmze kom kirin.

Di çalakiyê de li ser komplo û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî hatin dayîn.

Di çarçoveya çalakiyê de ku wê hefteyekê dom bike, wê bi gelek saziyan re hevdîtin bên kirin.

Di tevahî çalakiyê de Kurdisaniyan serdana kon kirin. Çalakî wê roja Şemiyê bi mîtîngekê bi dawî bibe.