Li Marsîlya û Dragûîgnanê Kurd li qadan bû
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Marsîlya û Dragûîgnan a Fransayê daketin qadan êrîşên qirker û dagirker ên Tirk protestok kirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Marsîlya û Dragûîgnan a Fransayê daketin qadan êrîşên qirker û dagirker ên Tirk protestok kirin.
MARSÎLYA
Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li pêşiya walîtiya Marsîlya û Sefaretxaneya DYE’yê bi mîtîngekê dagirkeriya Tirk protestokirin. Di çalakiyê de bang hate kirin ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li firîna balafiran bê qedexekirin.
DRABÛÎGNAN
Li bajarê Dragûîgnan a Fransayê jî dagirkerî û qetlîamên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi meşekê hate protestokirin. Aktivîstê Tevgera Ciwanên Şoreşger Mervan Botan anî ziman ku di vê raya giştî ya Ewropayê li dijî êrîşa bikeve tevgerê û got: “Êrîşa 9’ê Cotmehê destpê kir dewama komploya navneteweyî ye.”