Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek navendên cîhanê bi meşan tên protestokirin.
MARSÎLYA
Maşa dirêj a 3 rojan ku 13’ê Sibatê li bajarê Marsîlya ya Fransayê hatibû destpê kirin bi dawî bû. Meşa ku Kurdên ji Marsîlya, Bordeaûx, Montpellîer, Toûloûse, Dragûnyan, Loyonê tevlîbûn ji pêşiya Şaredariya Martîgûesê destpêkir piştî Marîgna, St. Antoîn û şûnde gihişte peravên Vîeûx Prot a Marsîlyayê. Roja dawî ya meşê bi tevlîbûna hezaran kesî ji St. Antoînê destpê kir û li qada Vîeûx Portê jî vegûherî mîtîngekê.
HELSÎNKÎ
Meşa dirêj a 14’ê Sibatê jî li paytexta Fînlandiya Helsînkî destpêkiribû di roja duyan de bi mîtîngekê bi dawî bû. Li gel Kurdan dostên Kurd ên Fînlandî jî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de dirûşmên dilsoziya bi Ocalan re hatin qîrkirin.
KOPENHAG
Bi heman armancê li paytexta Danîmarka Kopenhagê jî meşa dirêj destpê kir. Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) û Meclîsa Jinan a Sêvê pêşengtiya meşê dikin. Gava yekem a meşê ji pêşiya gara trenê ya Glostrûpê destpê kir û çalakvan ber bi grana trenê ya navendê ve ketin meşê. Di çalakiyê de dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Faşîst, dîktator Erdogan’ hatin qîrkirin. Roja yekem a meşê saet 15:00’ê li pêşiya gran trenê ya navendê bi dawî bû. Çalakvan wê 16’ê Sibatê jî heta stasyona trenê ya Herlevê biçin û bi mîtîngekê dawî li meşê bînin.