Li Mannheîmê Ronahî û Bêrîvan hatin bîranîn

Ronahî (Bedriye Taş) û Bêrîvan (Nîlgun Yildirim) ên di Newroza 1994’an li Elmanyayê bedena xwe dabûn ber agir, li bajarê Mannheîmê hatin bîranîn.

Ronahî û Bêrîvan di 21'ê Adara 1994'an de li Mannheîmê li dijî polîtîkaya qedexe, zext, girtin û tundiyê ya dewleta Elman a li dijî PKK'ê û gelê Kurd bedena xwe dan ber agir.

Her du şoreşger li cihê ku şehîd bûne hatin bibîranîn. Kon-Med, malbatên şehîdan û endamên tevgera ciwanan kulîlk danîn ser goran wan.

Di axaftinên di bîranînê de hatin kirin de soza dilsoziya bi bîranîna şehîdan hate dayîn.

Di bîranînê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin, Jiyan, Azadî” û “Bijî Newroz” hatin berzkirin. Nêzî 200 kes tevlî bîranînê bûn.