BI DÎMEN

Li Mannheîmê gel li dijî faşîzmê daketin kolanan

Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê bi hezaran kes li dijî pêkanînên faşîst ên rastgir, daketin kolanan.

FAŞÎZM HATE PROTESTOKIRIN

Li Markplatz a Mannheîm a Elmanyayê, beriya hefteyekê polîsek di êrîşa bi kêrê de jiyana xwe ji dest da. Piştî bûyerê bi hezaran kes daketin kolanan. Li Alter Messplatz a Mannheîm ji aliyê DGB-Jûgend ve mîtîng hate lidarxistin. Di serî de rêxistinên antîfaşîst ên ji Mannheîmê, partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk jî piştgirî dan çalakiyê. Nûnerên rêxistinên ciwan ên sendîkayan êrîşa bi kêrê şermezar kirin û xemgîniyên xwe ragihandin. Sendîkavanan nerazîbûn nîşan da ku AFD û rêxistinên faşîst ên mîna wê, li ser bûyerê propagandayê dikin. Sendîkavanan diyar kir ku ew ê rê nedin pêkanîn faşîst ên rastgir û banga yekîtiyê kir.

Di serî de rêxistina ‘Mannheîm Gegen Rechts’, sendîka, partiyên siyasî, rêxistinên ciwanan ên antîfaşîst û komeleyên koçberan jî bi al û dovîzên xwe li qadê bûn.