Li Mannheîm û Kolnê ji bo Şengalê çalakiyên protestoyî

Êrîşên li Şengalê li dijî Êzidiyan, li bajarên Koln û Mannheîm ên Elmanyayê bi çalakiyan hatin protestokirin.

Li Mannheîmê gelek kesên hatin gel hev êrîşên li Şengalê li dijî Êzidiyan, bi mitîngekê li Paradeplazê protesto kirin. Di çalakiyê de li ser dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Şengalê” û “Es lebe Ocalan” hatin berzkirin.

Di çalakiya ku belevokên bi Elmanî hatîn belavkirin de, peyama “Êdî bêdengî nîne! Qetlîama li Şengalê rawestînin” dan.

KOLN

Li Kolnê Kurdên li ber stasyona trenê hatin gel hev, êrîşa li Şengalê şermezar kirin.

Çalakî bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Meclîsa Jinan a Viyan hate lidarxistin. Di çalakiyê de anîn ziman ku yên ku li Şengalê Êzidî bi qetlîamê re rû bi rû hiştîn planek nû ya din a qetiamê çêdikin û diyar kirin ku gelê Kurd rê nade vî tiştî.