Li Malmo û Osloyê komplo hate şermezarkirin

Li bajarê Malmo yê dikeve başûrê Swêd ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek ji bo du rojan da destpêkirin.

Kurd û dostên wan ên di salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Malmo bi sirûda ‘Ji Ocalan re azadî’ ji bo du rojan meşeke destpê kir.

Li ser banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Malmo û Komîteya Rojava meşek dirêj bi dirûşmên ‘Ji Ocalan re azadî ji Kurdistanê re statû’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ destpê kir.

OSLO

Li paytexta Norveç Osloyê jî bi mîtîngekê Komploya 15’ê Sibatê hete protestokirin. Mîtîng ji aliyê KCD Oslo û ciwanên UngKurd li pêşiya stasyona trenê ya navenda Oslaoyê hate kirin.

Di çalakiyê de belavoka balê dikişîne ser asta tecrîd û azadiya Ocalan a ji bo demokrasî û aştiyê hate xwendin.