Li Mainzê bi pêşengiya TCŞ'ê şahî hate lidarxistin
Bi pêşengiya TCŞ'ê ya Mainzê, li Russelsheimê şahiyeke ciwanan hate lidarxistin.
Bi pêşengiya TCŞ'ê ya Mainzê, li Russelsheimê şahiyeke ciwanan hate lidarxistin.
Şahiyê bi deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan destpê kir. Her wiha li ser berxwedêriya şoreşa Rojava û dîroka têkoşîna tevgera ciwan sînevîzyonek hate nîşandan.
Li dû sînevîzyonê, bi navê Navenda Civaka Kurd a Mainzê Mazlûm Roj axivî. Mazlûm Roj işaret bi ruhê têkoşîna ciwanan a li nava Şoreşa Kurdistanê û rola ciwanan li nava Şoreşa Rojava kir. Mazlûm Roj got, "Berxwedan wê bi ciwanan bi ser bikeve" û berxwedana li Rojava silav kir. Her wiha destnîşan kir ku tevgera ciwanan yek ji dînamîkên herî xurt ên têkoşîna şoreşgerî ya li Kurdistanê ye.
Di şahiyê de Koma Bezar derkete ser dikê û hunera xwe pêşkêş kir. Di şahiyê de dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.
Di şahiyê de qala peyama Rêber Apo jî hate kirin û işaret bi girîngiya ciwanan a di nava berxwedanê de hate kirin.