Li Lyonê êrîşî Dêra Ortodoks a Yewnanê kirin
Li bajarê Lyonê ya Fransayê di êrîşa çekdarî ya li ser Dêra Ortodoks a Yewnanê de keşeyê dêrê bi giranî birîndar bû.
Li bajarê Lyonê ya Fransayê di êrîşa çekdarî ya li ser Dêra Ortodoks a Yewnanê de keşeyê dêrê bi giranî birîndar bû.
Li gorî çavkaniyên polîsan êrîşek li nêzî Dêra Ortodoks a Yewnanê ya li herêma 7’an a bajarê Lyona li başûrê welat pêk hat.
Hate diyarkirin ku dema keşe dêr digirt êrîşkar bi tivinga nêçîrê li keşe daye û firar kiriye.
Hate ragihandin ku gelek polîs ber bi herêmê ve hatiye şandin û dora qadê hatiye girtin.