Li Lûdwîgshafen û Toûloûseyê şehîd hatin bibîranîn

Li bajarê Lûdwîgshafen ê Elmanyayê û li bajarê Toûloûse yê Fransayê şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn.

Bibîranîn li Navenda Civakî ya Kurdan pêk hat. Çalakgera YJK-E’yê Zozan Serhat, di şexsê Hakî Karer de şehîdên meha Gulanê bi bîr anî.

Serhat got ku “Bi salan e dixwazin Kurdan qir bikin. Lê li hemberî vî tiştî em bi saya şehîdên xwe li ser pêyan in.”

Serhat bal kişand ser berxwedana rojiya mirinê û grevên birçîbûnê.

Piştî axaftina malbatên şehîdan, bibîranîn bi sloganan bi dawî bû.

 

TOÛLOÛSE

Li bajarê Toûloûse yê Fransayê jî şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn. Bibîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir û di şexsê kadroyê pêşeng ê PKK’ê Hakî Karer de qala têkoşîna şehîdan hate kirin.

Bibîranîn bi sloganên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû.