Li Lubeck û Gavleborgê çalakiyên, 'Dema azadiyê ye'

Li Lubeckê ya Elmanyayê û li Gavleborgê ya Swêdê bi çarçoweya pêngava, ''Dema azadiyê ye'' çalakî hatin kirin.

Li Lubeckê ya Elmanyayê Kurdistanî û dostên wan bi çarçoweya pêngava, ''Bes e ji tecrîd, faşîzmê, dagirkeriyê re; dema azadiyê ye'' meşek kirin.

Di meşê de êrîşên dagirker ên Tirk ên li ser Başûr û Rojava hatin şermezarkirin, alayên YPG, YPJ û Antî-Fayê hatin hildan.

Di çalakiyê de  axaftin hatin kirin û hate gotin êrîşên dagirker ên Tirk nikarin werin qebûlkirin.

Di axaftinan de her wiha hate gotin divê PDK dev ji hewldanên provakasyonê berde û heta ku dawî li dagirkeriya Tirk a li Kurdistanê were wê çalakî bidomin.

GAVLEBORG

Li Gavleborg a Swêdê jî Kurdistanî û dostên wan bi dirûşmên ''Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî'', ''Erdogan faşîst e'', ''Kuher Erdogan'' dagirkeriya Tirk şermezar kirin û hate gotin divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were rakirin.

Êrîşên Erdogan û dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê hate şermezarkirin, di çalakiyê de her wiha bang hate kirin ku rêveberiya Barzanî demildest dev ji vê rewşa taloke biqere.

Di axaftinan de li ser navê Komîteya Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin û hate gotin pêvajo nazik e, divê Kurd li ser piyan bin.