Pirtûkxaneya Rêbertiyê ku bi armanca belavkirina pradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi rasthatina Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê, îro li Lozan a Swîsreyê dest bi tûran kir.
Pirtûkxaneya Rêbertiyê ji parêzname, berhem û brûşûrên têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tê, ji aliyê aktivîstan ve tê belavkirin. Dîsa li aliyê din agahiyên têkildarî tecrîd û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî tên belavkirin.
Di çalakiyê de bi zimanên Fransî, Elmanî û Îngîlîzî li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî tê dayîn. Standa agahdarkirinê li pêşiya Dêra St. Laûrentê hate danîn.
Siyasetmedara jin a Kurd Asmîn Engîn li ser kampanya ‘Dem hatiye’ ji ANF’ê re axivî û got: “Ji bo fikir, felsefe, şêw û projeyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocaln li raya giştî ya Swîsreyê bidin bihîstin me starta projeya ‘Pirtûkxaneya Rêbertiyê’ li Lozanê da destpêkirin. Welatiyên Swîsreyê eleqeyek mezin nîşanî ‘Pirtûkxaneya Rêbertiyê’ didin û didin nîşandan ku têkoşîna Kurdan ji bo xwe dikin çavkaniya îlhamê.”
Serokê Koma Keskan a Şaredariya Lozanê û Encûmenê Şaredariyê Îlîsa Penchard serdana standa li pêşiya Dêra St. Laûrentê kir. Penchart li ser salvegera Komploya Navneteweyî û têkoşîna gelê Kurd dike ji ANF’ê re axivî û got:
“Ji bo gelê Kurd bidim nîşandan ku bi wan re di nava piştevaniyê de me li vir im. Ji sala 1999’an û vir ve lîderê Gelê Kurd di girtîgeha Tirkiyeyê de ye. Em jî xwedî li daxwazên gelê Kurd derdikevin, daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikin. Çalakiya me ji bo tevgerkirina raya giştî ya navneteweyî girîng e.
Bang li raya giştî ya navneteweyî dikim ku di serî de li hemberî girtina lîderê Kurdan Abdullah Ocalan û dîsa bi sedan parlementerên Kurd, hevşaredar û hilbijêr ên li Tirkiyeyê girtîne, piştgiriya wan bikin.”