Li Lozan û Marîgnanê çalakî

Ji bo ku balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê yên ji bo tenduristî, ewlehî û azadiya Ocalan li Lozanê û Marsîlyayê çalakî.

Kurdistaniyên li Ewopayê çalakiyên xwe yên ji bo desteka li grevên birçîbûnê yên li dijî  tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe, didomînin.

LOZAN


Li Lozanê ya Swîsreyê di çalakiyan de yên ku bi pêşengiya CDK, Federasyona Karkerên Koçber ên Swîsreyê, Yekîtiya Jinên Sosyalist û Young Strûggleyê pêk tên, mîtîngên destekdayinê ji bo Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê didomin.  

Çalakiya ku Solîdarîte û POP Lozan û komên çepgir û sosyalîstan jî destek danê li ber dêra St. Laurentê pêk hat.

Di çalakiyê de gelek caran hate gotin, ''Bijî hevgirtina şoreşger'' û her wiha belavokên bi Fransî hatin belavkirin.

MARIGNAN

Li bajarê Fransayê Marîgnanê jî endamen Tevgera Ciwanên Şoreşger çalakiyek kirin. Piştî meşa ku saet 18.30'an pêk hatî, ciwanan li ber avahiya Şaredariya Marîgnanê daxuyaniya çapemeniyê dan.

Di daxuyaniyê de hate gotin berxwedana ku bi zindana Amedê dest pê kirî bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd heta îro hatiye.