Li Lozan û Baselê dagirkeriya li ser Rojava hate protestokirin

Li bajarên Lozan û Baselê yên Swîsreyê dagirkeriya li ser Rojava hate protestokirin.

LOZAN

Li Lozanê li du cihên cihê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk hatin protestokirin.  Çalakger ji bo ku balê bikşînin ser sivîlên ji ber êrîşên dewleta Tirk hatine qetilkirin, pankartên ‘Li Rojava qetilkirina sivîlan bidin sekinandin’ hilgirtin û belavok belav kirin. Çalakgeran piştre berê xwe dan îstasyona trênê û li vê derê jî slogan berz kirin.

 

BASEL

Kurd û dostên wan li Claraplatzê hatin ba hev û meşek li dar xistin. Çalakgeran li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê slogan berz kirin û li pêşiya parlementoya Kantonê çalakiya rûniştinê li dar xistin.