Li Kongoyê keştî noqî binê avê bû: 38 kes mirin, 100 kes winda ne
Li Kongoyê, keştiya ku mirovên ji pîrozbahiya Noelê vedigeriyan tê de bûn, noqî binê avê bû. Di encamê de 38 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Kongoyê, keştiya ku mirovên ji pîrozbahiya Noelê vedigeriyan tê de bûn, noqî binê avê bû. Di encamê de 38 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Komara Kongo ya Demokratîk, ferîbota ku kesên ji pîrozbahiya Noelê vedigeriyan tê de bûn, noqî binê avê bû. Di bûyerê de ku li ser Çemê Busira yê li bakurrojhilatê welêt qewimî herî kêm 38 kesan jiyana xwe ji dest dan. Ji 400 kesên di ferîbotê de bûn 100 kes winda ne û heta niha 20 kes hatine rizgarkirin.
DI 4 QEZAYÊN KEŞTIYÊ DE 211 KES MIRIN
Rayedarên xwecihî diyar kirin ku hejmareke zêde ji kapasîteya ferîbotê di keştiyê de bûn. Meha Hezîranê li keştiyeke noqî binê avê bû 80 kes, meha Cotmehê jî li keştiyeke noqî binê avê bû 78 kesan jiyana xwe ji dest dan. Beriya çar rojan jî keştiyek noqî binê avê bû û 25 kesan jiyana xwe ji dest dan.