Şehîdên Parîsê li Essenê hatin bîranîn
Şehîdên Parîsê li bajarê Essen ê Elmanyayê ji aliyê Kurdistaniyan ve hatin bîranîn.
Şehîdên Parîsê li bajarê Essen ê Elmanyayê ji aliyê Kurdistaniyan ve hatin bîranîn.
Ji bo Sakîne Cansiz (Sara), Leyla Şaylemez (Ronahî) Fîdan Dogan (Rojbîn), Emîne Kara (Evîn Goyî), Abdurrahman Kizil û M. Şîrîn Aydin (Mîr Perwer) ên di dîrokên cuda de li paytexta Fransa Parîsê ji aliyê MÎT’ê ve hatin qetilkirin, bi pêşengiya TJK-E, KOMAW û Meclîsa Gel a Essenê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Essen ê Elmanyayê, merasîma bîranînê hat lidarxistin.
Li salona ku merasîm hate lidarxistin, wêneyên Rêber Apo û şehîdên Parîsê hatin daliqandin. Her wiha wêneyên rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên li Rojava ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin li salonê hatin daliqandin.
Merasîma bîranînê bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir û piştre li ser navê TJK-E Zîlan Serhed axaftinek kir.
Zîlan Serhed wiha got: “Berî her tiştî Sakîne Cansiz mejiyê vê tevgerê ye, Heval Evîn Goyî jî cewhera evîn û hezkirina Kurdistanê û vê têkoşînê ye. Heval Fîdan û Heval Leyla weke dil û zimanê vê têkoşînê bûn. Mîr Perwer bû hunera vê têkoşînê mamê me Abdurrahman Kizil bû sembola welatparêzî û kedkariyê.
Her wiha em her du hevalên xwe yên rojnamevan ên di van rojên dawî de şehîd bûne bi bîr tînin. Her wiha em salvegera şehadeta kurê Hozan Comerd û Dayika Şengê Taylan Kahraman bi bîr tînin. Heval Taylan Kahraman di pêvajoya 'Hûn Nikarin Rojê Me Tarî Bikin' de ji bo komploya navneteweyî pûç bikin çalakî li dar xist. Ji bo azadiya Rêbertî û gelê Kurdistanê çalakî li dar xist.”
Zîlan Serhed bal kişand ser êrîşên dagirkeriyê û berxwedana leheng a li Rojava û got, “Dewleta Tirk û hêzên navneteweyî yên bi wî re hevkariyê dikin, pêkhateyên terorîst ên weke DAÎŞ û komên din ên terorîst ên girêdayî dewleta Tirk ji bo tunekirina azadî û destkeftiyên gelê Kurd serî li her rêbazê didin.”
Di çalakiyê de li ser navê KOMAW'ê Cahîde Goyî axivî.
Piştî axaftinan sînevîzyonek li ser jiyana şehîdan hate pêşandan. Piştî nîşandana sînevîzyonê dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo" û "Jin Jiyan Azadî" hatin berzkirin.