Li Londonê mizgîniya Newrozê hate silavkirin

Li Newroza Ciwanan a li Londonê agir hate dadan û mizgîniya gerîla hate silavkirin.

NEWROZA CIWANAN

Li paytexta Îngilistan Londonê, Newroza Ciwanan ku her sal bi rengekî kevneşop tê lidarxistin, îsal bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger li avahiya KCC'ê pêk hat.

Çalakiya ku bi sedan ciwan bi kincên neteweyî tevlî bûn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan destpê kir.

Ciwanên ku bi kincên gerîla tevlî Newrozê bûn, derfetê Navenda Parastina Gel a bêbandorkirina balafirên bêmirov ên biçek silav kirin.

Di pîrozbahiyê de destpêkê hunermend Sûna Alan derkete ser dikê. Beşdarên pîrozbahiyê govend gerand. Piştre jî hunermend Mîr Perwer û Merwan Şan stranên xwe yên li ser gerîla û berxwedanê gotin.

Rotînda Yetkîner jî hunera xwe pêşkêş kir û girseya gel li ber strana 'Lêxin lêxin gerîla' govend gerand. Piştre Koma Sersî derkete ser dikê û hunera xwe pêşkêş kir.

Mîna her salê îsal jî di Newroza Ciwanan de li hewşa KCC'ê agirê mezin ê Newrozê hate dadan. Ciwanan li dora agir govend gerandin û sirûda Çerxa Şoreşê gotin.

Di pîrozbahiyê de tim û tim dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî berxwedana gerîla" hatin qîrîn.