BI DÎMEN

Li Lînz û Saarbruckenê pîrozbahiyên 4'ê Nîsanê

Li bajarê Lînz ê Awûstûryayê û bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin.

Li bajarê Lînz ê Awûstûryayê, bi pêşengiya Komîsyona Jinê ya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin.

Di axaftinan de işaret bi tecrîda li ser Abdullah Ocalan hate kirin û qala berxwedana ji bo azadiya wî ya fîzîkî hate kirin.

Qisekeran diyar kirin ku Abdullah Ocalan ji bo gelên cîhanê têdikoşe û bi paradîgmaya xwe paşerojê ronî dike.

Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê jî bi pêşengiya Meclîsa Jinê û Meclîsa Gel a Herêmê gel û dostên Kurdan rojbûna 75'an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin.

Bi dehan kes beşdarî pîrozbahiyê bûn û ji bo bîranîna şehîdên azadiyê deqeyek rêz hate girtin.

Piştre Koroya Zarokan a Saarlandê hunera xwe pêşkêş kir.

Di pîrozbahiyê de tim û tim dirûşma "Bijî Serok Apo" hate qîrîn.