Li Lefkoşayê tecrîd hate protestokirin

Li paytexta Qibris Lefkoşayê tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin û ji bo Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê stand hate vekirin.

Li Lefkoşayê Kurdistaniyan stand vekirin, belavok belav kirin û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îmze kom kirin.

Di çalakiyê de Arîf Akşahîn axivî û got; “Em çalakgerên greva birçîbûnê silav dikin. Divê demildest Tirkiye tecrîda li ser Ocalan bi dawî bike.”

Li deriyê Sînorê Ledra yê Lefkoşayê jî ji bo Ocalan îmze hatin komkirin.

Li aliyê din li deriyê sînorê Ledya yê Lefkoşayê şanoger Mûrat Yildiz ji bo balê bikêşe ser komkujî, darvekirin, qirkirin û berxwedana Leyla Guven û çalakgerên greva birçîbûnê şanoyek pêşkêş kir. Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin.