BI DÎMEN

Li Lefkoşayê rojbûna Abdullah Ocalan hat pîrozkirin

Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Qibrisê bi coşeke mezin hate pîrozkirin.

ŞAHIYA 4’Ê NÎSANÊ

Gelê Kurd û dostên wan li qada azadiyê ya li paytexta Qibris Lefkoşayê hatin ba hev û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin. Di çalakiyê de peyama “Dema azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hatiye” hate dayîn.

Ji xeynî Kurdan nûnerên gelek partiyên siyasî, parlamenter, aktîvîst û rêxistinên ciwanên anarşîst tevlî çalakiyê bûn.

‘VEJÎNA GELEKÎ TÊ PÎROZKIRIN’

Siyasetmedarê Kurd Lezgîn Serhat wiha got: “Em îro li vir rojbûna kesekî ji rêzê pîroz nakin. Îro her kesê li vê qadê şahidiyê ji pîrozbahî û kelecana vejîn û rojbûna gelekî re dike.”

Rojnamevan Alekos Mîhalîdîs jî ev tişt diyar kir: “Em li vir ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kom bûne. Ji ber ku Abdullah Ocalan hem hêza herî mezin e ku ji pirsgirêka Kurd re çareseriyê hilberîne, hem jî aktorê herî mezin e ku Rojhilata Navîn car din rake ser piyan.”

NERAZÎBÛNA LI DIJÎ QEDEXEYA LI SER PKK’Ê

Ji Partiya AKEL Qibris parlamenter Gîorgos Koûkûmas nerazîbûn nîşanî qedexeya li ser PKK’ê da û got: “NATO, YE û hin dewletên endamê wan PKK’ê weke rêxistina terorê pênase dikin. Ev helwesta wan li dijî tevgera Kurd cesaretê dide Tirkiyeyê, ‘karê wê’ hêsan dike û ‘rewa dike’. Zext û zilma ku li Kurdan tê kirin, durûtiya Rojava ya li dijî tevgera Kurd radixe ber çavan. Ev durûtiya Rojava ku di dema şerê li dijî DAÎŞ’ê de Kurd weke leheng îlan kirin, dema Kurd ji bo azadî û rûmeta xwe li dijî dewleta Tirk şer dikin ji wan re dibêjin ‘terorîst’.”

Ji Serokatiya Giştî ya Partiya Keskan George Perdîkîs jî ev tişt got: “Divê demildest Abdullah Ocalan azad bibe.”

Parêzerê siyasetmedar Kenan Ayaz ku li ser daxwaza Elmanyayê ji Qibrisê radestî Elmanyayê hate kirin, nerazîbûn nîşanî polîtîkayên krîmînalîzasyonê yên li dijî siyasetmedarên Kurd da.

Li qadê bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana Wanê” hatin berzkirin û govend hate gerandin.