Li Lavrîoyê 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin

Li Lavrîo ya ku paytexta Yewnanistanê ye, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hate pîrozkirin.

Li kampa ku piranî Kurd lê dijîn a li bajarê Lavrîo ya Yewnanistanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin. Pîrozbahiya ku duh bi tûrnûvaya woleybolê dest pê kirî û êvara Înê jî sînevîzyona li ser jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hate temaşekirin

“ROJBÛNA GELAN”

Pîrozbahiyê li bajêr îro di seatên nîvro de bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Kampa ku pîrozbahî lê hatî kirin bi posterê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û alayên PKK’ê tijî bû. Piştî rêzgirtinê Salîha Afrîn axaftina destpêkê kir. Afrîn got; “4’ê Nîsanê li gel rojbûna Rêber Apo, rojbûna gelê Kurd û rojbûna hemû gelên bindest e. Têkoşîna azadiya jinên Kurdistanê bi berxwendana Rêber Apo pêk hatiye, mezin bûye û bi Şoreşa Rojava li tevahiya cihanê belav bûye.”

Piştî axaftinan pîrozbahî bi koma koroyê, dîlan û guhdarkirina helbestan berdewam kir. Piştre jî diruşmeyên “Bijî Serok Apo” berz kirin û govend girtin.