Li Lahrê Şehîdên Meha Gulanê hatin bibîranîn
Li bajarê Lahr ê Elmanyayê Şehîdên Meha Gulanê hatin bibîranîn.
Li bajarê Lahr ê Elmanyayê Şehîdên Meha Gulanê hatin bibîranîn.
Li bajarê Lahrê bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, merasîmeke bibîranîna Şehîdên Meha Gulanê hate lidarxistin û endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Freiburgê jî di nav de nêzî 200 kesî tevlî merasîmê bû. Piştî merasîma rêzgirtinê sînevîzyoneke di derbarê Şehîdên Meha Gulanê de hate nîşandan.
Di merasîmê de beşdarvan axivîn û bal kişandin ser berxwedanên grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê. Di daxuyaniyên hatî dayîn de hate diyarkirin ku çalakî di qonaxeke gelek krîtîk de ne. Her wiha hate bibîrxisintin ku ev 40 sal in Tevgera Azadiyê têdikoşe û hemû destkeftiyên xwe deyndarê şehîdan e, lewre divê em xwedî li armanc û doza şehîdan û berxwedêran derkevin.
Piştî axaftinan, hunermend hozan comert derkete ser dikê û merasîm bi dawî bû.