Li Kopenhagê Kurd û dostên wan daketin qadan

Kurd û dostên wan li Kopenhagê daketin qadan û êrîşên dagirker ên dewleta Tirk protesto kirin.

Li Kopenhagê ya ku paytexta Danîmarkayê ye, Kurdistanî û dostên wan êrîşên dewleta Tirk a dagirker protesto kirin.

Piştî axaftina nûnerên FEY-KURD û Meclîsa Jinan a Sêvê li ser navê Partiya Sor û Kesk parlementer Soren Sorengaard axivî û diyar kir ku Erdogan di 15’ê Hezîranê de bi balefiran li Şengal, Mexmûr û Qendîlê li sivîlan daye.

Sorengaard bal kişand ser êşkenceya li ser jinên Êzidî û got ku “Ev faşîzm divê êdî raweste.”

Li ser navê Komeleya Dostên HDP’ê Feramûz Acar jî axivî û diyar kir ku Erdogan bûye serokê DAÎŞ’ê û sekinandina faşîzmê peywira hemû kesan e.