Li Kopenhagê çalakiya nobetê û meşa dirêj

Li paytexta Danîmarka Kopenhagê bi armanca şermezarkirina tecrîd û komploya 15’ê Sibatê çalakiya nobedê hate lidarxistin. Îro jî wê meşa du rojan were destpêkirin.

Kurdistanî û dostên wan bi wesîleya 21’emîn salvegera Komploya Navnetewî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kopenhagê çalakiyek hate lidarxistin.

Şevê din li cadeya qerebalix Nytorva yê saet 17.00’an çalakiya nobedê hate destpêkirin û belavokên têkildarî tecrîd û komploya 15’ê Sibatê hatin belavkirin. Li aliyê din roja 15’ê Sibatê (îro) li pêşiya gara trenê ya Glostrûp wê meşa du rojan were lidarxistin û banga beşdarbûna meşê hate kirin.

Meş wê ji aliyê Navenda Civaka DemokratÎk a Kurd, Meclîsa Jinan a Sêvê Û Rojava Alliance ve tê organîzekirin.